Di sobê de esrar şewitandin û serxweş bûn

endamên malbetekê bi şewtandina heşîşê xwe serxweş kirin
کوردستان TV
100%

Li bajarê Adana yê Tirkiyê malbateke 5 kesî ku tiryak difirotin di dema bi serdegirtina polîsan de, esrar avêtin sobê û şewitandin. Hemû endamên malbatê ji ji hiş xwe ve çûn.

Polîsên narkotîkê yê Adanayê li navçeya Çukurovayê, taxa Beyazevler li ser îxbara tiryakfiroşiyê berê sibehê bi ser malekê de girtin.

Polîsên taybet jî piştgirî dane bi serdegirtina malê û deriyê malê hat şikenandin. Di wê navberê de gumanbaran kîloyek û 400 gram esrar avêtin sobê û şewitandin. 5 endamên malbatê ku li malê bûn ji ber dûxana esrarê ku ji sobê derket ji hiş xwe ve çûn. Polîsên ku ketin hundir 5 endamên malbatê di xew de zeft kirin. Polîsan di lêgerîna xwe de tespît kirin ku di nava sobê de esrar hatiye şewitandin. Endamên malbatê ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.

Şewazên Jiyanê

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.