Hikûmeta Iraqê destpêşxeriyeke Almanî red kir

hikûmeta Îraqê rê neda wezîrê Almanî daku serdana Kurdistanê bike
کوردستان TV
100%

Govara Der Spiegel a Almanî belav kiriye, ku wezîrê derve yê Almanya Sigmar Gabriel, destpêşxeriyek ji bo asayikirina pêwendiyan di navbera Hewlêr û Bexdayê de amade kiribû, lê ji aliyê serokwezîrê Iraqê eyder Heyder Ebadî ve hat red kirin.

Gabriel bi niyet bû detpêka vê mehê serdana Bexdayê bike û piştre ya Hewlêrê jî bike, lê Ebadî serdana wî ji bo Hewlêrê red kir.

Hat zanîn ku wezîrê derve yê Almanya rijd bû ku serdana Hewlêrê bike, heya ku şêwirmenda Almanya jî Angela Merkel bi riya telefonê daxwaz ji Ebadî kiriye rê bide wezîrê derve yê Almanya da serdana Hewlêrê jî bike, lê Ebadî ew daxwaz red kiriye, di encamê de, wezîrê derve yê Almanya Sigmar Gabriel serdana xwe ji bo Bexdayê hilweşand.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.