Her çar dewletên Erebî, Erebistana Siûdî, Îmarata Ereban, Bahreyn û Misrê rêxistina Yekîtiya Zanayên Îslamê yên Cîhanê, ku sekreterê wê yê giştî kesayetiyê navdar ê kurd Elî Qeredaxî ye, xist lîsteya terorê.
Li gorî nûçeyeke malpera Şerq'ul Ewsetê çar dewletên Erebî, Erebistana Siûdî, Îmarata Ereban, Bahreyn û Misrê rêxistina Yekîtiya Zanayên Îslamê yên Cîhanê û 11 endamên wê xiste nava lîsteya terorê.
Her çar dewlet vê rêxistinê bi piştgiriya terorîzmê tawanbar dike û wan ragihand ku ev yek di çarçoveya têkoşîna li dijî terorîzmê, belavkirina îdeolojî û fikrên tundrew de hatiye kirin.
Rêxistina Yekîtiya Zanayên Îslamê yên Cîhanê di bin serokatiya alimê Misrî Yûsif El Qeredawî tê birêvebirin. Sekreterê Giştî yê rêxistinê jî zanayê kurd ê navdar Elî Qeredaxî yê ji Silêmaniyê ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin