Platforma Riyadê: Pirsa kurdî beşek ji pirsa niştimanî ye

Platforma Riyadê behsa pirsa Kurd li Sûriyayê dike
کوردستان TV
100%

Platforma dijberiya Sûriyeyê ya Riyadê piştî civînê daxuyaniyek weşand û tê de ragihand ku divê Serokê Sûriyeyê Beşar Esad di qonaxa veguhêz de tine be.

Li gorî daxuyaniya dawî ya civînê, "dijberiya Sûriyeyê" pabendiyê pê dike ku saziyên leşkerî û ewlekariyê yên li Sûriyeyê ji ve saz bikin" û herwiha "wan li hev kiriye ku divê Serok Beşar Esad di qonaxa veguhêz de biçe."

Herwiha hat teqezkirin ku ew li dijî detwerdanên herêmî û navdewletî ne, bi taybetî li dijî rola Îranê ne ku "istiqrar û ewlehiya herêmê têk dibe." û destnîşan kir ku "lihevkirinek çêbûye, civînên rasterast û bê merc li gel hikûmetê werin kirin."

Herwiha hemû beşdaran li ser wê yekê li hev kiriye ku pabendiyê bi yekîtî û ewlehiya axa Sûriyeyê bikin û pirsa kurdî wek beşek ji pirsa niştimanî bihesibînin.

"Dijberiya Sûriyeyê" ya li Riyadê civiya diyar kir ku ev beyana dawî ya vê civînê tekane lêveger e ji heyeta bilind a gotûbêjker û şandeya wê re.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.