Amerîkî roja spasdariyê pîroz kirin

Amerîkî di vê rojê de diyarî didin dost û hevalên xwe
کوردستان TV
100%

Îro pêncşemê li Amerîka wek roja spasdarî tê pîroz kirin ku kevneşopiyeke dûr û dirêj e.

Roja spasdarî her sal di pêncşema çaran ya meha Mijdarê tê pîroz kirin û di vê roja behnvedana federalî de bi sed hezaran Amerîkî bi rêya balefir, trên û otobusan serdana heval û hogirên xwe dikin.

Di roja spasdarî de ku nîşaneya hatina demsala zivistanê ye, Amerîkî li mala dost û hevalên xwe kom dibin û bi hevre cilux anku elok dixwin.

Di roja piştî roja spasdariy de ku “Black Friday” anku “Înia Reş” tê gotin, buhayê gelek tişt têne kêm kirin û Amerîkî bo hezkiriyên xwe diyarî dikirin.

Di vê roja taybet de, hinêk Amerîkî jî dema xwe jibo rêxistinên xêrxwaz vediqetînin û xwarinên spasdariyê pêşkêşî stargehên bêmalan dikin.

Serokê yekê yê Amerîka George Washington di sala 1789'an de biryar dabû ku ew roja wek behnvedana netewî were pîroz kirin.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.