Tirkiye amade ye li dijî kurdan bi Beşar Esed re tifaqê bike

bo dijatî kirina Kurdan Erdogan li gel Esed lihev dike
کوردستان TV
100%

Rojnameyeka Erebî dibêje, Tirkiye amade ye li dijî kurdan bi Beşar Esed re tifaqê bike.

Rojnameya Erebî ya bi navê El Quds El Erebî di nûçeyeke xwe ya analîzî de di warê çareseriya kêşeya li Sûriyê de îdia kiriye ku ji aliyê Rûsya, Tirkiye û Îranê ve ‘Însiyatîfa Aşitiyê' hatiye pêkanîn û Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ji bo vê yekê çûye Rûsyayê.

Li gorî raporta El Quds El Erebî, Tirkiye amade ye di warê gelek mijaran de bi Esad re li hev bike lê li beramberî vê yekê ji bo rêveberiyeke Kurdî neye avakirin, garantiyê dixwaze.

Rojnameyê her wiha ragihandiye ku ji destpêka şerê Sûriyê û vir ve Tirkiyê daxwaz dikir ku Serokê Sûriyê Beşar Esad ji ser rêveberiyê biçe lê piştî guherînên di warê hevsengiyên siyasî û leşkerî de, avabûna rêveberiya Kurdî ya li ser sînor ji bo Tirkiyê bû ‘xeta sor' û li dijî avabûna rêveberiya Kurdî amade ye li ser gelek mijaran bi Esad re li hev bike.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.