Balefireke Amerîkî li nêzî derya Filipînê ket

balefireke Amerîkî li nêzî deryaya Fîlîpînê ket
کوردستان TV
100%

Hêzên Deryayî yên Amerîka roja çarşemê ragihandin ku, balefireke wan li nêzî derya Filipîn li avên Okyanosa Hêmin keftiye xwar, 11 kes di balefirê de bûn 8 kes hatine rizgar kirin, balefir bi rê de bû daku bigihe gemiya Amerîkî ya firokehelgir.

Wezareta berevaniya Japonya di bersivdana pirsa ajansa Frans Press de gotiye, tîma li hewar hatinê ya Amerîkî û Japonî şiyane 8 kesan rizgar bikin.

Daxûyaniya hêzên Deryayî yên Amerîka, dide zanîn ku, bûyera firoke ketinê, li başûrê Japonya qewimî ye, wezîrê berevaniya Japonya Itsunori Onodera, bo raportvanan daye eşkere kirin û gotiye "li gûr raporta destpêkî ya leşkerê Amerîkî hatiye zanîn ku, pirsgirêkek teknîkî di mekîna firokê de hebûye dibe ku ew sedema ketinê be".

Bûyera ketina firoka Amerîkî di wî çaxî de pêkhat, dema hêzên hevbeş yên Amerîka û Japonya ji roja Pênşema bûrî heta niha rahênan û manûwirên leşkerî li nêzîk Okinawa encam didin, rahênan leşkerî bi beşdarîya 14 hezar leşkerên Amerîkî tevî gemîya Firokehelgir ya "USS Ronald Reagan" pêk tê, ev manûwir û rahênan leşkerî yên di navbera herdu welatan de hersal di vî demî de tên encam dan.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.