Li Iraqê 509 jin û 813 zarokên terorîstên DIŞIê hene

hijmareke zêde ji wan welatiyên Tirkiyeyê ne
کوردستان TV
100%

Hikûmeta Iraqê ragihand, bi sedan jin û zarokên terorîstên DIŞIê li Iraqê girtî ne û dê hemû bên sînordaşkirin.

Li gorî ajansa AFP, hikûmeta Iraqê ragihandiye, 509 jin û 813 zarokên terorîstên DIŞIê di dema operasyonan de li deverên cur bi cur yên Iraqê hatine girtin û niha li bajarokê Til Kêfê yê Mûsilê girtî ne.

Li gorî agahiyên hikûmeta Iraqê, ew jin û zarok welatiyên 13 welatan in ku di nav wan de herî zêde welatiyên Tirkiyê hene ku hejmara wan 300 jin e.

Hikûmeta Iraqê daye zanîn ku ew jin û zarokên terorîstên DIŞIê dê li girtîgehên nêzîkî Bexdayê de bên bicîhkirin û piştî ku pirosedûrên wan yên îdarî xilas bûn, dê bên sînordaşkirin.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.