Pûtîn û Esed beriya civîna Soçî civiyan.
Koşka Kremlînê ragihand ku Serokê Rûsya Vladimir Pûtîn û hevtayê wî yê Sûrî Beşar Esad do Duşemê li Soçî ya Rûsya civiyane.
Pûtîn û Esed beriya civîna Soçî, ser rewşa siyasî ya Sûriyeyê giftûgo kirine û Esed ji Pûtîn re gotiye ku amadeye li gel aliyên dijber dest bi danûstandinan bike.
Esad diyar kir ku bi saya êrîşên esmanî yên Rûsya li Sûriyê di qada siyasî û şer de serkeftineke mezin bi dest xistine û Sûriyên ku warên xwe terikandine jinûve vegerîn.
Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir serdana Esad çar demjimêr dom kiriye.
Putin û hevtayên wî yên Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Îranê Hasan Ruhanî, dê sibê li Soçî ser rewşa dawî ya Suriyê kom bibin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin