Di êrîşeke xwekujî de li Nîjerya 15 kes hatin kuştin

li Nîjeryayê êrîşî mizgeftek hate kirin û çend kes hatin kuştin
کوردستان TV
100%

Reuters’ê îro Sêşemê belav kir ku li mizgefteke Mubî ya eyaleta Adamawa ya li bakurê rojhilata Nîjerya êrîşeke xwekujî hatiye li dar xistin.

Di êrîşê de 15 kes hatin kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

Jêderên ewlekariya Nîjerya diyar kir ku êrîşvan 17 salî ye û dema xelk bo nimêja sibê diçûye mizgeftê êrîş hatiye li dar xistin.

Boko Haram ku li Nîjerya rêvebiriya şerîatê dixwaze di sala 2014’an de kontrola eyaleta Adamawa bi dest xwe xistibû. Rêxistina tundrê di serê 2015’an de ji Adamawa hatibû derxistin.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.