Koreya Başûr û Japonya dilxweşin ku Pyongyang dikeve lîsteya terorê.
Koreya Başûr û Japonya biryara Amerîka ya, wek zêdekirina giwaştin ser rejîma Pyongyangê, xistina Koreya Bakûr di nav lîsteya dewletên piştvana terorê de bi germî pêşwazî kir.
Wezareta derve ya Koreya Başûrî îro Sêşemê ragihand ku ew biryara Washingtonê wek "beşeke hewilên navnetewî yên bênavokîkirina Koreya Bakûr" dibîne.
Japonya jî kêfxweşiya bi biryarê ragihand û ew wek gaveke girîng nirxand.
Serokê Amerîka Donald Trump do li Qesra Sipî got: Hikûmeta Pyongyangê wek "rejîmeke kuijêre û divê ew biryar berî çend salan bihata dayîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin