Beşa herî zêde a îdamkirî û binçavkiriyan li Îranê de Kurd in

NY dibêje li Îranê herî zêde Kurd tên îdamkirin
کوردستان TV
100%

Sekreterê giştî ê NY raporek derheqê rewşa mafê mirovan di Îranê de belav kir.

Sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres”, di rapora xwe ya vê dawiyê de, derbarê rewşa mafê mirovan di Îranê de, îşare bi binpêkirina berfireh a mafên mirovan di Kurdistana Rojhilat de kiriye û ragehandiye ku: Beşa herî zêde a îdamkirî û binçavkiriyan di Îranê de ji kurdan pêk tê.

Di vê raporê de hatiye ku, piraniya kesên ku hatine îdam û binçavkirin ji kurdan pêk tê, û di 5 mehên destpêka îsal de, zêdeyî 90 kolberên Kurd hatine kuştin, û birîndarkirin.

Her di vê pêwendiyê de, “Teymûr Elyasî” nûnerê Komela Mafê Mirovan a Kurdistan a Îranê di Jinêvê de ragehandiye ku, ev saziya mafê mirovan çavkaniya serekî a raporên saziyên NY di pêwendî digel binpêkirina mafê mirovan di Kurdistan a Rojhilat de ye.

Li gora amarên ku hatine tomarkirin ji aliyê navenda amara Ajansa “Kurdpa” yê ve, ji destpêka meha Kanûna Paşîn heyanî meha Çirriya Pêşîn a îsal, 2484 mînakên binpêkirina mafê mirovan di Kurdistan a Rojhilat de hebûne, ku li gora vê rêzbendê, 1828 hemwelatî hatine binçavkirin, û 177 kolberên Kurd jî hatin kuştin û birîndarkirin, û herwiha 64 hemwelatiyên Kurd ên din jî bi sedemên curbicur di girtîgehên Hikûmeta Îranê de hatine îdamkirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.