Hiqûqnas Kerem Altiparmakî aşkere kir uk Navenda Mafên Mirovan a Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê hatiye girtin.
Navenda Mafên Mirovan a Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê hat girtin.
Asîstanê Doçent û hiqûqnas Kerem Altiparmak, dersdarê Fakulteyê ku di heman demê de li navendê wezîfe dikir li ser hesabê xwe yê Twitterê aşkere kir ku navend hatiye girtin:
“Navenda Mafên Mirovan a SBFyê hat girtin ku rûyê spî yê akademiya Tirkiyeyê ye û 40 sal in xizmetê dike û ez jî 21 sal berê cara pêşiyê di deriyên wê de derbas bûm. Me tabelaya wê bi destê xwe rakir. Helbet têkoşîna me ya mafên mirovan neqediya, em ê her gav rastiyê biparêzin!”
Di 23yê Sibata 2017yê de Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) ya hejmar 686ê hat ragihandin û ji Zanîngeha Enqereyê 95 akademisyen hatibûn ixrackirin ku 23 ji wan ji Fakulteya Zanistên Siyasî bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin