Mesrûr Barzanî: Piştîgiya civaka cîhanî bo destpê kirina diyalogê girînge

mesrûr Barzanî dibêje Kurdistan beşdariya xwe di hevpeymaniya cîhanî de didomîne
کوردستان TV
100%

 

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê pêşwaziya Jonathan Wilkes kir.

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê nû yê Brîtanyayê yê li Îraqê Jonathan wikles û şandeke pê re kir.

Di civînê de giftûgo derbarê çawetiya bihêztir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Brîtanyayê de hate kirin û balyozê Brîtanyayê Jonathan Wikles tekez li ser vê yekê kir ku ewlatê vî piştgîriya mafên destûrî yên Kurdistanê dike û bo ku Kurdistan bikarêbe ew qonaxa han ya dijwar derbas bike vê hevkariya Kurdistanê bikin daku Kurdistan jî bilez pêşkeftinên abûrî, darayî û awedankirinê bi xwe ve bibîne.

Jonathan Wikles hewriha derbarê rewşa têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî piştgîriya welatê xwe bo danûstandineke aştiyane û li ser esasê destûrê bo çareseriya tevahiya kêşeyên heyî yên di navbera her du aliyan de diyar kir.

Di beşeke din ya civînê de Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî hêviya serkeftinê bo balyozê nû  yê Brîtanyayê xwest û tekez li ser domandin û bihêztir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Brîtanyayê de kir.

Derbarê rewşa dawî ya deverê de jî Mesrûr Barzanî diyar kir ku Kurdistan li ser beşdarî kirin di hevpeymaniya cîhanî ya li dijî terorê de biîsrare û hêviya vê yekê jî xwest ku bi çareser kirina hertimî ya kêşeyên heyî û nehêştina aloziyan, derfet bo dûbare serhildana tundûtîjî li deverê de nemîne.

Mesrûr Barzanî derbarê danûstandinên navbera Bexda û Hewlêrê de jî got: Piştgîriya civaka cîhanî bo destpê kirina diyalogeke aştiyane ya raste rast di navbera Hewlêr û Bexdayê de bo çareser kirina kêşeyan gelek girînge û hêviya vê yekê jî xwest ku bilez Bexda bi rêz girtin ji destûr bersifa erênî bide hewlên Kurdistanê yên bo destpê kirina diyalogê.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.