Çekdarên heşda şebî ji Zumarê vekêşan

bi fermaneke nihênî heşda şeba vedikêşe
کوردستان TV
100%

Çekdarên heşda şebî ji Zumar û Rebîeyê vekêşan.

Di vê derbarê de Efserekî artêşa Îraqê yê bi navê Receb Sedî diyar kir ku îro çend grûpên çekdar yên ser bi heşda şebî li her du nahiyeyên Rebîe û Zumarê li Bakûrê Rojavayê Mûsilê vekêşane û ber bi Rojavayê parêzgeha Enbarê birê ketine.

Rebec Sedî diyar kir ku mebest ji vekêşana hêzên han û çûna wan bo Rojavayê Enbarê piştgîrî kirin ji hêzên din yên Îraqê ye ku niha li devera Enbarê bi taybetî li qezaya Rawe şerê dijî DIŞIê dikin.

Hêjayê gotinêye ku beriya du rojan artêşa Îraqê diyar kiribû ku qezaya Rawe ji destê DIŞIê azad kiriye û terorîstên DIŞIê ber bi Rojavayê çola navbera Îraq û Sûriyayê ve çûne.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.