Fermanderekî din yê Îranî hate kuştin

Fermandereke din yê Îranî li Sûriyayê hate kuştin
کوردستان TV
100%

Fermandarê Îranî yê herî nêzî Qasim Silêmanî hat kuştin.

Li navçeya Ebû Kemal a bi ser bajarê Dêra Zorê ve yek ji fermandarên Pasdarên Îranê Xeyrûllah Semedî, ku wekî dostekî nêzîk ê Qasim Silêmanî tê nasîn, hat kuştin.

Li gorî agahiyên ajansên Îranê yek ji fermandarên Pasdarên Îranê Xeyrûllah Semedî, ku di heman demê de wekî dostekî nêzîk ê fermandarê Hêza Qudsê yê Îranê Qasim Silêmanî jî tê zanîn, li Sûriyeyê li navçeya Ebû Kemal a bi ser bajarê Dêra Zorê ve di encama êrîşên DIŞIê de mir.

Xeyrûllah Semedî fermandarê Lîwaya Enar El-Mehdî bû, ku li Sûriyeyê bi artêşa Sûriyeyê li dijî rêxistina terorîst a DIŞIê şer dike. Semediyê ku 48 salî ye, wekî dostekî herî nêzîk ê Qasim Silêmanî, Fermandarê Hêza Qudsê ya bi Pasdarên Îranê tê nasîn.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.