150 çekdar ji Mertala Firatê veqetiyan û tevlî QSD‘ê bûn

çekdarên mertala firatî dev ji tevgerên xwe ber didin
کوردستان TV
100%

  Ji koma çete ya bi navê Mertala Firatê 150 çekdar veqetiyan û tevlî nava QSD‘ê bûn.

150 çekdarên ji tabûra El-Sefwa û Ehrar El-Şerqiya yên Mertala Firatê tevlî malbatên xwe bi daxuyaniyê ragihandin ku ew ji koma Mertala Firatê veqetiya û tevlî QSD‘ê bûn.

Daxuyanî ji aliyê yek ji endamên Koma Mertala Firatê Ebû Seyf El-Dêrî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em wekî zarên Dêrazorê ji bo rizgarkirina bajarê xwe ji terora DAIŞ‘ê beşdarî Mertala Firatê bûn. Lê piştre me sozên wan ên derew dîtin.

Armancên Tirkiyê yên dagirkirina herêmên me hene, dewleta Tirk dixwaze vê yekê bi riya destekdayîna Mertala Firatê pêk bîne. Me di demeke dereng de QSD‘ê nas kir. Hêzên Sûriyeye Demokratîk hêza tekaneye ya ku şerê terorê li Sûriyeyê dike.

Li ser vê yekê em veqetandina xwe ji Mertala Firatê û tevlîbûna xwe ya QSD‘ê radighînin.

Bijî Sûriyaye Demokratîk.”

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.