Erdogan: Divê Efrîn ji PYD'ê were paqijkirin

Erdogan dîsan gef li hêzên Kurdî dike
کوردستان TV
100%

 Serokomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan, Kantona Efrîn ya Rojavayê Kurdistanê got; "lazime ku em Efrîn ji PYD'ê paqij bikin."

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, ku Amerîkayê derbarê PYD'ê de soz dane wan lê ev sozên xwe bicîh ne anîne û got: “Niha divê em Efrînê ji PYD'ê û herwiya YPG'ê paqij bikin.”

Serokkomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê Ak Partiyê Recep Tayyip Erdogan di civîna rêxistinên bajaran a partiya xwe de axivî û rexne li rêveberiya Amerîkayê girt.

Di domandina axaftina xwe de Erdogan got: “Di destpêka qirîza Sûriyê de Amerîkayê hinek soz dan lê ew sozên xwe bicîh neanîn. Li Efrînê jî em naxwazin heman lîstok dubare bibe. Weke hevpeyman me dikariya gelek pirsgirêkan çareser bikin lê mixabin Amerîkayê ev mijar xistine nava tengezariyê. Mijara Reqayê wiha ye, Dêrezor wiha ye.”

Her wiha Recep Tayyip Erdogan da xuyakirin, ku niha 5 firokexaneyên Amerîkayê û 8 baregahên wan li Sûriyê hene û diyar kir: “Niha li Reqayê jî baregahê çêdikin. Ma dê ji we nepirsin ka çi karê we heye û 12 hezar kîlometreyan li dûrê welatê xwe çi dikin?”

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.