Navenda Hunerî ya Nekeroz alîkariyên mirovî kom dike

navendeke din ya hunerî dest bi kempînê kir
کوردستان TV
100%

Navenda Hunerî ya Nekeroz û girûpa mûzîkê ya Nekeroz Kempêynek ji bo piştevanîkirina ji kesên ku di erdhejê de zirar dîtine, li parêzgeha Kirmaşanê de, ava kirine.

Navenda Hunerî ya Nekeroz û girûpa mûzîk a Nekeroz bi serperestiya hunermend Elî Abidî kempêynek ji bo piştevanîkirina ji kesên ku di erdheja parêzgeha Kirmaşanê de xesar dîtine rêk xisitine, û alîkariya pere û kelûpelan ji bo wan kom dikin.

Birêveberên vê kempêynê ragehandine ku, ev alîkariyên ku berçav in, kêmbûna xêvetan e û têra xelkê xesardîtî nake, li gora heşîmetê ev bajarane zêdetirî 87 hezar kesî ne, aliyê kêm 21 hezar xêvetên 4 kesî hewce ne, ku mixabin ev jî gellek kêm in, û di hefteya pêşiya me de, di roja Sêşemiyê de baran barîn di wan deveran de dest pê dike û xêvet jî gellek kêm in.

Elî Abidî, berpirsê girûpa hunerî a Nekeroz di sala 1348`an de li bajarê Seqizê hatiye dine, û di sala 1363`an de çalakiyên hunerî ên xwe di warê helbestan de dest pê kir, û piştî du salan bi alîkariya mamosta Reşîd Feyznijad çalakiya xwe ya mozîkê dest pê kir.

Çand û Huner

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.