Tabloya Da Vîncî bi 450 milyon dolar hat firotin

berhemeke hunerî pîwana dîrkî bezand
کوردستان TV
100%

Tabloya wênesazê dema Ronesansê Leonardo da Vîncî rekor şikand û di buhayê xwe de bû yekem.

Tabloya Pablo Pîcasso ya bi navê „Les Femmes D’Alber di 2015an de bi 179,4 milyon dolar hatibû firotin û rekor şikandibû. Lê Leonardo da Vîncî rekor ji Pablo Pîcasso stend û bû yekemîn.

Tabloya Leonardo da Vîncî ya bi navê „Salvator Mundî“ (Rizgarîxwazê Cîhanê) ku Hz Îsa dîmen kiriye, li bajarê New Yorkê bi 450 milyon û 300 hezar dolar hat firotin û bû tabloya herî buha û bi nirx.

450 milyon û 300 hezar dolar

Ev tablo tabloya Leonardo ya herî dawîn bû.

Tê texmîn kirin ku da Vîncî tabloya „Salvator Mundî“ di salên 1500î de çêkiriye. Ev tablo yek ji 20 tabloyên da Vîncî bû.

Şewazên Jiyanê

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.