Rûsya dîsa bernivîsa vekolîna çekên kîmyayî li Sûriyê veto kir

Rûsya, pêşnûmeyeke din veto kir
کوردستان TV
100%

Rûsya, di Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî de, bernivîsa dirêjkirina dema erka Mîsyona Hevpar ya Vekolînê (JIM), ku li Sûrîyê vekolîna karanîna çekên kîmyayî dikir, veto kir.

Bernivîsa ku Amerîka pêşnîyaz kiribû do Pêncşemê hat nîqaş kirin. Di rûniştina bi girjî de, ku sê demjimêr dom kir, ji 15 endamên Civata Ewlekarî ya NY 11 dewlet piştgirî da bernivîsê, Rûsya û Bolîvya red kir û Çîn û Misir jî bê alî man. Rûsya, bi vî awayî ew cara dehan e ku li Civata Ewlekarî ya NY di mijarên ser şerê navxweyî ya Sûrîyê de veto dide.

Balyoza Amerîka ya li NY Nikki Haley, piştî dengdanê dîyar kir ku di êrîşeke nû ya kîmyayî de ewê berpirs Rûsya be.

Haley got: Dostên min yên Rûs, di êrîşeke nû ya kîmyayî de berpirs hûn in. Bi nepejirandina pêşnîyaza bo misyona hevpar ya vekolîne, hûn ji cîhanê re nîşan didin ku karanîna çekên kîmyayî tiştekî normal e’’

Balyozê Rûsya yê NY Vassili Nebensja jî Amerîka bi manîpulasyonê tawanbar kir û dîyar kir ku ‘’îro êdî eşkere ye ku jibo em rê li ber terorîzma kîmyayî bigirin, pêwîstîya me bi mekanîzmeyeke profesyonel û bi hêz heye.’’

Dema erka misyona hevpar ya vekolînê, ku ji alîyê NY û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) ve di sala 2015’a de hatibû ava kirin, îro Înê bi dawî dibe. Li gor vekolînên JIM’ê, heta niha sê car rejîma Sûrîyê û carekê jî Dewleta Îslamî (DAIŞ) çekên kîmyayî karanîn.

Voa

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.