Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li gel hevkarê xwe yê libnanî Cebraîl Basîlî li Moskowê civiya û di wê civînê got, Rûsya giringiyê dide hemû kêşeyên Libnanê û dixwaze hemû bêyî destwerdaneke derveyî werin çareserkirin.
Wezîrê rûsî wiha dewam kir: Em giringiyê didin misogerkirina ewlehiya Libnanê û ya ji wê giringtir jî, em bang dikin ku hemû kêşeyên tûj ji aliyê libnaniyan bi xwe ve werin çareserkirin bê ku ti destwerdaneke derveyî pêk were û bi diyalogeke di warê qanûnî de werin çareserkirin. Giringî bi berjewndiyên hemû hêzên siyasî yên pêşeng û komên mezhebî û etnîkî jî were dayîn."
Hêjayî gotinê ye ku Serokwezîrê Libnanê Seed Herîrî li Erebistana Siûdî îstîfa kiribû û bi tundî Îran û Hizbullah tawanbar kiribûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin