Frakisyonên Kurdî civîna Perlemana Iraqê rawestandin

parlementerên Kurd civîna parlementoya Îraqê baykot kirin
کوردستان TV
100%

 

Parlementoya Îraqê xwest lêpirsîn ji parlementerên Kurd bike.

Îro parlementoya Îraqê civiya û di civînê de biryar bû biryarek li ser destpê kirina lêpirsînê ji wan parlementerên Kurd yên ku beşdariya referandumê kiribûn were derkirin lêbelê  tevahiya frakisyonên Kurdî di Perlemana Iraqê de, civîna Perleman baykot kirin.

Beşek ji perlemantarên Ereb dixwestin deng li ser pêkanîna komîta lêkolînê bidin, daku lêkolînê li gel perlemanterên Kurd bike ji ber ku beşdarî piroseya encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê bûne, lê firakisyonên Kurdî ew yek red kirin û ji civînê derketin, vê yekê hişt ku rêjeya yasayî ya civînê nemîne û di encamê de civîn hat paşxistin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.