Parlementoya Kurdistanê peyamek ji cîhanê re şand

parlementoya Kurdistanê peyamek pêşkêşî raya giştî ya cîhanê kir
کوردستان TV
100%

 

Parlementoya Kurdistanê îro pêncşemê peyameke aştiyane li ser navê gelê kurd ji cîhanê re şand û diyar kir ku reşnivîsa budçeya sala 2018an mafên gelê Kurdistanê bin pê kir.

Heyeta Serokatiya Parlementoya Kurdistanê îro pêncşemê bi nûner, konsul û heyetên dîplomatîk ên li Herêma Kurdistanê re civiya daku rewşa dawî ya Kurdistanê ji wan re vebêje û bi taybetî behsa kêmkirina pişka Herêma Kurdistanê ji budçeya Hikûmeta Federal a 2018an bikin.

Sekreterê Parlementoya Kurdistanê û Seroka Koma YNKê li parlementoyê Bêgerd Talabanî civîneke çapemeniyê li dar xist û tê de got: "Parlementoya Herêma Kurdistanê civînek li gel konsulxane û heyetên dîplomatîk ên li herêmê li dar xist daku peyameke aştiyane ya gelê kurd ji cîhanê re bişîne".

Talabaniyê destnîşan kir ku "Parlementoya Kurdistanê dixwaze li gorî destûrê diyalogeke cidî li gel Bexdayê bike."

Herwiha Talabanî diyar kir ku "reşnivîsa 2018an gelek binpêkirinan derheqê gelê Kurdistanê de dihewîne" û got, "karbidestî bo Hikûmeta Herêma (Kurdistanê) hatiye dan daku gotûbêjan li Hikûmeta Iraqê ji bo budçeyê bikin".

Sekretera Parlementoya Kurdistanê diyar kir ku "bijarteya vekişîna komên kurdistanî ji pêvajoya siyasî ya Iraqê jî heye, eger Bexda qebûl neke ku diyalogê li gel Herêma Kurdistanê bike."

Hêjayî gotinê ye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kiribû ku "reşnivîsa 2018an hewl dide keyanê destûrî yê herêma (Kurdistanê) bêwate bike" û teqez kiribû ku bduçeya 12.6% têra dana muçeyên karmendên parêzgehekê tenê jî nake."

Hêjayî gotinê ye ku 36 Konsulxane li Herêma Kurdistanê hene.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.