Serdozgeriya New Yorkê bo Saraf daxuyanî da

dozgeriya Amerîkayê dibêje seraf hîn jî di girtîgehê deye
کوردستان TV
100%

Serdozgeriya New Yorkê ser nûçeyên ku îdia dikirin ku Reza Saraf wenda ye daxuyanî da. Serdozgeriyê ji DHA’yê re, ku ajanseke nûçeyan ya Tirkiyê ye, da zanîn ku ‘’Riza Saraf yê karsaz hîn li hepsa federal girtî ye’’

Medya Tirkiyê îdia kiribû ku Saraf di serê meha Mijdarê de hatiye berdan û nayê zanîn ku li kû ye. Ser vê îdiayê, Wezareta Derve ya Tirkiyê notayeke nivîskî dabû Amerîka û derbarê wî agahî xwestibû.

Reza Saraf, ku welatiyê Îran û Tirkiyê ye, bi tohmeta sextekariya banka, binpêkirina toleyên Amerîka yên dijî Îranê, ji salekê zêdetir e bi awayekî girtî li Amerîka tê darizandin.

Bo Saraf 90 sal cezaya girtîgehê û 50 mîlyon dolar cezaya pere tê xwestin.

Saraf dê 27’ê Mijdarê de derkeve pêşberî dadgeha bi jurî û li ber e ku îro cara dawî derkeve pêşrûnştinê.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.