Sekreterê Netewên Yekbûyî ji Nêçîrvan Barzanî re name şand

Serokwezîr li gel nunerê NY civiya
کوردستان TV
100%

Civîna Şanderê Netewên Yekbûyî yê li Iraqê Jan Kubis li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro Çarşemî 15ê Mijdara 2017.

Sekreterê Giştî yê Netewyên Yekbûyî Antonio Guterres nameyek ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand û têde piştgiriya xwe bo destpêkirina diyalogeke siyasî di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqa Federal de, ku li ser bingeha Destûrê be, nîşan da.

Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî li Iraqê Jan Kubis îro Çarşemî 15ê Mijdara 2017ê serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di vê civînê de ku Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî amade bû, Jan Kubis nameya Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres gihande Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî.

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku Guterres di vê nameya xwe ya bo Nêçîrvan Barzanî de keyfxweşiya xwe li hember wê yekê nîşan daye, ku “Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqa Federal çend caran amadebûna xwe bo gotûbêjê nîşan dane.”

Guterres herwiha tekezî li ser amadebûna Netewên Yekbûyî bo pêşkêşkirina alîkariyan di gotûbêjên navbera her du aliyan de aniye ziman û gotiye: “Ez her du aliyan han didim ku pêngavên pêwîst bihavêjin, ji bo dabînkirina zemîneyeke guncaw bo destpêkirina danûstandineke rasteqîn.”

Sekretrê Giştî yê Netewên Yekbûyî herwiha diyar kiriye: “Dema ku hêj gefa DAIŞê li ser herêmê maye, ji bo lihevhatina niştimanî û zêdetir dabînkirina îstiqrarê, divê di vê rewşê de rê ji neîstiqrariyê were girtin.”

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de Şanderê Netewên Yekbûyî yê li Iraqê Jan Kubis li hember hewlên Hewlêr û Bexdayê yên bo kêmkirina aloziyan destxweşî li aliyan kir û ji Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re ragihand, ku Netewên Yekbûyî ji bo her alîkariyekê amade ye.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî spasiya serdana Kubis û gihandina nameya Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî kir û tekezî li ser wê yekê kir, ku Herêma Kurdistanê weke hemû caran amade ye ku hemû pirsgirêkên li gel Iraqê bi diyalogê û di çarçoveya Destûrê de çareser bike.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.