ji bo Qetlîama Dêrsimê daxwaza lêborînê tê kir

daxwaz tê kirin ku dewlet daxwaza lêbûrînê bike
کوردستان TV
100%

 

Baroya Dêrsimê ji bo Qetlîama Dêrsimê daxwaza lêborîna fermî kir û xwest ku rastiyên derbarê qetlîamê bi raya giştî re par ve bikin, ci û warên windayan lêkolîn bikin û ji bo kesên ku mirine merasîma yadkirinê bê çêkirin.

Baroya Dêrsimê bi munasebeta 80emîn salvegera darvekirina Seyît Rizayî daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Baroyê di daxuyaniyê de behsa bûyerên di pêvajoya qetlîama Dêrsimê de çêbûne kiriye û ji bo kesên di qetlîamê de hatine kuştin, revandin û hatine koçkirin daxwaza 8 tiştan kir.

“Divê dadgehkirin bênûkirin”

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku beriya Tevgera Leşkerî ya 1937/1938/1939 a Dêrsimê ji hêla Fermandariya Giştî ya Cendermeyan, Mufetişên Giştî û saziyên leşkerî û îdarî ve li ser Dêrsimê rapor amade kirine û piştî wê di 25ê Kanûna Pêşiyê ya 1935ê de Yaseya Birêvebirinê ya Wîlayeta Tunceliyê hatiye derxistin û di 4ê Gulana 1937ê de jî Lijneya Wezîran biryar girtiye ku li hemberî Dêrsimê tevgereke leşkerî ya “tund û bibandor” bê çêkirin.

Baroyê di berdewamiyê de bibîr xistiye ku paşê jî bêyî dadgehkirineke adilane çêbibe Seyid Riza di 15yê Çiriya Paşiyê ya 1937ê de tevlî kurê xwe Resik Huseyin û pênc serkirdeyên din ên Dêrsimê li Qada Genim a Elezîzê hatine darvekirin:

“Divê ew dadgehkirinê ji nû ve bê çêkirin ku di encama wê de Seyid Riza û serkirdeyên din ên Dêrsimê hatibûn darvekirin”.

“Bi hezaran kes mirin”

Baroyê diyar kiriye ku di pêvajoya tevgera leşkerî de bi hezaran kes bi zanebûn hatine qetilkirin û dîsa bi hezaran kes sirgunî gelek deverên Tirkiyeyê kirine.

Baroya Dêrsimê axavtina Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî ya di 23yê Çiriya Paşiyê ya 2011yê de bibîr xistiye ku wiha axivî bû:

Li Dêrsimê, operasyoneke ku gav bi gav sînorên wê hatine xêzkirin, hincetên wê hatine amadekirin heye. Di demên cuda cuda de raporên Dêrsimê tên amadekirin…. Di salên 1937, 1938 û 1939ê de li Dêrsimê mixabin drameke gelekî mezin çêdibe. Ji hewayê, ji bejayê bi topan, heta bi bombeyên gazê, li Dêrsimê çi tiştên ku liv û tevgerê dikin, zarok û jin tên qetilkirin…Hoste Necîp Fazil dibêje ku facîayeke din ji weke ya Dêrsimê di dîrokê de nîne.

“Divê em bînin ziman ku ji bo çalakiyên di pêvajoya 1937/38/39ê û paşiya wê de heta îro ji hêla dewletê ve ti kar nehatiye kirin.

“Wê rewşê, qasî bûyerên di pêvajoya Tevgera Leşkerî ya Dêrsimê û paşiya wê de pêk hatine, wicdanê mirovatiyê êşandiye.”

Daxwazên Baroyê wiha ne

* Divê lêborîn bêxwestin û ev bi raya giştî re bê parvekirin

* Hemû rastiyên derbarê pêvajoya 1937/1938/1939ê ya Dêrsimê de divê bi raya giştî re bê parvekirin

* Divê daxuyaniyek fermî ji bo îadekirina maf, îtibar û rûmeta kesên ku hatine kuştin bê dayin

* Dîvê lêkolîn ji bo windayan bê kirin, ji bo tespîtkirina nasnameya zarokên hatine revandin û miriyan lêkolîn bê kirin, ji bo cenazeyên kuştiyan bê dîtin, bên naskirin û di çarçoveya pratîkên çandê yên civak û malbatên wan de û li gorî wasiyeta mexdûran careke din bên binaxkirin xebat bên kirin

* Derbarê pêvajoya 1937/38/39ê ya Dêrsimê û piştî wê de berpirsiyariya bûyeran werin qebûlkirin û naskirina rastiyan jî di nav de lêborîn ji raya giştî bêxwestin

* Ji bo kesên hatine kuştin merasîmên yadkirinê bên lidarxistin

* Divê vegotineke rast a binpêkirinên di pêvajoya 1937/38 û paşiyê de pêk hatine bixin nava dokumanên li ser perwerde û xebatên hiqûqê yên mirovahî û hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî

* Misogerî ji bo wî tiştî bê dayin ku binpêkirinên navborî careke din pêk nayên.

Derbarê Seyid Riza de

Dema jidayîkbûna Seyid Riza ango bi navê wî yê Kirmanckî Sey Rizayî bi zelalî nayê zanîn lê tê gotin ku sala 1863yê li gundê Lirtik ê Pilûr ê hatiye dinê.

15yê Çiriya Paşiyê ya sala 1937ê de hatiye darvekirin.

Di 75 saliya xwe de tevlî 58 kesan li Dadgeha İstiklalê ya li Elezîzê tê avakirin tên dadgehkirin û emrê wi biçûk dikin û wî dar ve dikin. Mafê xweparastinê nadin gumanbaran.

Serkirdeyên Dêrsimê bi “teşwîqkirina serhildanê” tên sûcdarkirin û dadgehkirin. Tevlî Seyid Riza 6 kes cezayê darvekirinê dixwin. Gumanbarên din bi cezayê hepsa heta hetayê distinin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.