Ryan Dillon: Em şirîkên xwe diparêzin

hevpeymaniya cîhanî dibêje emê hevpeymanên xwe diparêzin
کوردستان TV
100%

 

Berdevkê Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DIŞIê Ryan Dillon bi rêya vîdeo konferansê bi Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) re peywendî danî û pirsên rojnamegeran bersivandin. Dillon got: "Heger hûn bi DIŞIê re şer nakin û bi me ra ji bo heman armancê nexebitin; hûn nikarin piştgiriya hevpeymaniyê bistînin."

Dillon di telekonferansê de pirsên rojnamegeran bersivandin û li ser pirsa rojnamgerekî ku got hin şervanên HSDê yên ku li Reqayê li dijî DIŞIê şer kiribûn derbasî Efrînê bûn û ji Dillon pirsî, Tirkiye dê li Efrînê operasyonê bike û ji bo vê tu planek heye an na ragihand ku di vê mijarê de tu agahiyeke wî tuneye.

Dillon li ser pirsa rojnamegerekî ku got "berpirsiyariya koalîsyona navnteweyî heye ku hêzên kurd yên ku li dijî DIŞIê şer kirine biparêzê weha bersiv da: "Me berî niha jî nîşan daye ku em şirîkên xwe diparêzin. Li vê derê jî şirîkê me Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) e. Ew jî kurd, êzidî, ereb, mesîhî ne ku ketine bin vî banî."

Dillon li ser pirsa şervanên HSDê yên berî niha bi Amrîkayê ra beşdarî operasyonên DIŞIê bûne, lê ji bilî DIŞIê heke bi hêzeke din re şer bike berpirsiyariya koalîsyonê heye ku van jî biparêze wiha got: "Em dê şirîkên xwe yên ku bi DIŞIê re têkoşîn dan, biparêzin. Berî niha em bi ûnsûrekê re dixebitîn, lê vê ûnsûrê nexwest ku li herêma El Tanîfê bi DIŞIê re şer bike û di nav hewildaneke din da bû. Me bi wan re têkiliya xwe qut kir. Tişta ku dixwastin bişopînin ji ber ku tiştekî din bû, êdî piştgiriya kolaîsyona navdewletî negirtin. Ji ber vê çendê ji bo pirsa te ez dikarim bibêjim, heke hûn bi DIŞIê re şer nakin û bi me re ji bo heman armancê naxebitin; hûn nikarin piştgiriya koalîsyona navdewletî bistînin."

Sputnik

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.