Rûsya: Lazime Tirkiye tevahiya pereyan bide

Rûsya dibêje heta Tirkiye tevahiya pereyan nede, pergala S400 nadin Tirkiyeyê
کوردستان TV
100%

 

Rûsya dibêje Ji bo peymana S-400î têkeve meriyetê divê Tirkiye hemû pereyan bide.

Hat ragihandin ku ji bo peymana Tirkiyeyê ya pergala parastina moşeka hewayî ya S-400î ku bi Rûsyayê kir di pratîkê de têkeve meriyetê divê Enqere hemû pereyan bide.

Berpirsekî ajansa federal a hevkariya teknîk û leşkerî ya Rûsyayê (FSVTS) di daxuyaniya xwe ya rojnameyê de got. "Ji bo peymana S-400î ku Tirkiyeyê bi Rûsyayê re îmze kir di pratîkê de têkeve meriyetê yanî sewkiyat were destpêkirin divê Enqere hemû pereyên ku di kontratê de hatiye diyarkirin bide."

Lî gorî berpirsê FSVTSê, sewkiyata bataryayên pergala parastina moşekên S-400î bo Tirkiyeyê hetanî 2019-2020an encex pêk were.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.