Werzîşvanê kurd Kêyanûş Rustemî xelata xwe ya zêrîn a ku di pêşbirkên Olîmpiyata sala 2016an de bi dest xistibû, ji bo alîkariya mexdûrên erdheja li Kirmaşanê difiroşe.
Werzîşvanê kurd Kêyanûş Rustemî, ku di warê halterê de di pêşbirkên Olîmpiyata sala 2016an de bûbû yekemin û xelata zêrîn bi dest xistibû, ji bo alîkariya mexdûrên erdheja li Kirmaşanê dê wê xelata xwe ya zêrîn bifiroşe.
Kêyanûş Rustemî di derbarê mijarê de peyamek belav kir û got, ew dipên ku şêre mêr û şêre jin îro jî wekî her caran alîkariya xelkê Kirmaşanê bike. Rustemî got, "Ew wekî zarokekî biçûk ê vî gele mezin, ku çend roj in xew bi çavên wî neketiye, wekî erka xwe dizane peywireke biçûk be jî ji bo hemwelatiyên erdhejê hilbigire ser xwe."
Rustemî di peyama xwe de derbirî ku ew dê xelata xwe ya zêrîn derîne firotê û pereyên ji wê werin dê ji bo xelkê k udi erdhejê de rastî xisarê hatiye, terxan bike.
Rustemî herwisa ji bo Kirmaşanê ev helbest jî weşand:
Kirmaşanegem, ey şarî şîrîn,
Nefes kem dîrem, errayî zar û şîn,
Hem diyariyem, hajêrê awar
Kem bitekene xak, wey kurdewar
Kêyanûş Rustemî di pêşbirkên Olîmpiyata Rio ya sala 2016an de di beşa halterê de bi giştî bi rakirina 396 kîloyan bû yekeme cîhanê û him xelata zêrîn bi dest xistibû him jî rekor şikandibû. Rustemî wê demê di axaftineke xwe ya li gel rojnamegeran de gotibû, "Ez xizmetkarê hemû Kirmaşaniyên ezîz û kurdên cîhanê me."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin