Hikûmeta Danimarkayê biryara zêdekirina hejmara leşkerên ku li Iraqê peywêrê dikin, da.
Hikûmetê derbarê mijarê de daxuyanî da û têde diyar kir ku biyar hatiye girtin, dê 30 leşker û 12 personelên tenduristiyê yên din bişîninin Iraqê. Hat eşkerekirin ku leşkerên danîmarkî dê perwerdehî bidin leşkerên iraqî û personelên tenduristiyê jî dê li Baregeha Al-Asadê peywirê bikin.
Herwiha biryar divê ji aliyê parlamentoyê ve were erêkirin. Niha 150 leşkerên Danîmarkayê li Iraqê hene.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin