Milîsên şîe bihev ketin kuştî û birîndarên wan hene

çekdarên tirkiman û Esayêbî Ehlî heq lihev dan
کوردستان TV
100%

 

Di navbera du grûpên çekdar yên şîe de şer derket.

Hat zanîn ku li bajarokê Xurmatû yê Başûrê Kurdistanê, di navbera çekdarên Heşda Şebî û çekdarên Tirkmen de şer derketiye.

Berdevkê qaymeqamtiya Xurmatû Mihemed Fayîq ragihand, îro saet 11:20 di navbera komek çekdarên Heşda Şebî û çekdarên Tirkmen yên girêdayî Partiya Eniya Tirkmen de şer derket.

Mihemed Fayîq da zanîn, ew milîsên şîe yên ku di navbera wan û çekdarên Tirkmen de şer derketiye, girêdayî koma Esayib Ehlê Heq in ku ji aliyê kesekî bi navê Qeys Xezelî ve tên birêbirin.

Ji aliyeke din ve hin jêderên ji herêmê behsa vê yekê dikin ku hijmarek kuştî û birîndarên her du aliyan jî hene.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.