Puigdemont: Jibilî serxwebûnê mimkune çareseriyeke din jî hebe

Serokwezîrê berê yê Katalonyayê dibêje çareseriyên din jî hene
کوردستان TV
100%

 

 

Serokê berê yê Rêvebiriya Xweser ya Katalonya Carles Puigdemont, ku meha borî piştî lidarxistina referandumê ji kar hatibû dûr xistin, diyar kir ku bi danûstandinên bi Îspanya re jibilî serxwebûnê jî çareserî dikare bê dîtin.

Parlementoya Katalonya di dawiya meha borî de serxwebûn ragihandibû. Li dû ragihandina serxwebûnê, hikûmeta navendî ya Îspanya dest danîbû ser rêvebiriya Katalonya û Puigdemont jî çûbû Belçîka.

Puigdemont ji rojnameya Le Soir ya Belçîka re diyar kir ew ji destpêkê ve bo çareseriyên xencî serxwebûnê jî amade ye.

Puigdemont got: Ez amade me, ez tim jî bo pejirandina peywendiyeke din bi Îspanya re amade bûm.

Puigdemont da zanîn ku di temamê jiyana xwe de alîgirê serxwebûnê bûye û 30 sal bo peywendiyeke din ya Katalonya û Îspanya çêbibe xebitiye.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.