DBPê bo qurbaniyan daxwaza alîkariyê dike

DBP daxwaza hevkariyê bo Kurdistanê dike
کوردستان TV
100%

 

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) îro derbarê erdheja ku şevê din li Kurdistanê pêkhatî de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

"Ji ber erdheja ku şevê din li dor saet 21.00an ku navenda wê başûrê rojavayê bajarê Helebçe yê Kurdistanê ye û di pîleya 7.2 an de ye em gelekî xemgîn bûne. Agahiyên ku heya niha hatine ber destê me ew in ku mixabin bi sedan hemwelatiyên me canê xwe ji dest dane. Tirsa me ya herî mezin ewe ku hîn bêtir kes jiyana xwe ji dest bidine. Em bang li gelê xwe yê li Kurdistanê û bi taybetî li yên Ewropa dikin ku piştgiriya gelê me yên li derên ku erdhêj li jiyaye bikin. Roja roja yekîtîyê û parvekirinên êşa gelê me ye."

"Em êşa gelê xwe yê li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bi kûrahî dijîn û em dibên rehma Xwedê li kesê mirî û ji kesên birîndar re jî şifayên xêrê dixwazin."

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.