Mesrûr Barzanî: Kurdistan bi yekrêzî û yekdengî ev rewşa han derbas dike

Mesrûr Barzanî dibêje Kurd bi yekdengî vê rewşa han derbas dike
کوردستان TV
100%

 

Mesrûr Barzanî û Team Steepleton behsa hin mijaran kir.

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Cîgirê balyozê Avustiraliyayê yê li Îraqê Team Steepleton civiya û di civînê de her du alî behsa têkiliyên navbera Avustiralya û Kurdistanê û herwiha pêşhatin dawî yên li deverê û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê de kirin.

Derbarê aloziyên navbera Hewlêr û Bexdayê de şanda Avustiralî piştgîriya xwe bo bilez destpê kirina diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê diyar kir û hêviya vê yekê xwest ku destûr bi jihev fêmkirin û şîrove kirina hevbeş bibe faktera çareseriya kêşeyên navxweyî yên Îraqê.

Derbarê vê rewşa han de Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir ku hikûmeta Kurdistanê amadebûna xwe  ya bo danûstandineke berfire derbarê tevahiya kêşeyên heyî de diyar kiriye, bi mercek ku tevahiya mafên destûrî yên Kurdistanê parastî bin.

Mesrûr Barzanî got: Kurdistan hertim xwestiye bi rêyên aştiyane kêşeyên heyî çareser bike û lidar xistina referandumê jî yek ji wan rêbazên demokratîk û aştiyane bûye bo ji nûve organîze kirina têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê.

Mesrûr Barzanî di dawiya axaftinên xwe de diyar kir ku Kurdistan bi yekrêzî û yekdengî ev rewşa han derbas dike, aştî û xweşgozeraniya berfiretir ji bo welatiyên xwe dabîn dike.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.