Zaxarova: Helwesta me ya li hember Kurd nehatiye guhertin

Rûsya dibêje helwesta me li hember Kurd nehatiye guhertin
کوردستان TV
100%

 

Rûsya dibêje helwesta wan ya li hember beşdarbûna kurdan neguheriye.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarovayê ragihand ku helwesta Rûsyayê ya ku piştgiriya beşdarbûna kurdan di diyaloga niştimanî ya Sûriyeyê de neguheriye.

Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand ku Moskow hevahengiyê li gel Şam û Neteweyên Yekbûyî û hevlarên din ên navdewletî dike daku Kongreya Diyaloga Navneteweyî ya Sûriyeyê li dar xîne.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarovayê di civîneke çapemeniyê de got, "Moskow nedîtiye ku Hikûmeta Sûriyeyê ti gav avêtine daku Kongreya Diyaloga Sûrî têk bibe û xwest ku bes li " nakokiyan" di navbera helwestên Moskow û Şamê de bigerin".

Li gorî nûçeya RTyê, Zaxarovayê teqez kiriye ku helwesta Rûsyayê ya piştgiriya beşdarbûna kurdên sûrî di diyaloga niştimanî ya sûrî de wek xwe ye û nehatiye guhertin û diyar dike ku hîn jî dem û lîsteya dawî ya beşdaran bi xelas nebûye.

Zaxarovayê destnîşan kir ku Hikûmeta Rûsyayê li ser hemû astan pêwendiyê bi birêveberiya Sûriyeyê re datîne.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.