Li Efrînê Parçeyên serdema Bîzans hatin dîtin

nîşanên bîzansan li Efrînê hatin dîtin
کوردستان TV
100%

               

 

Mûdîriyeta Şûnwaran a girêdayî Desteya Çandê ya Kantona Efrînê parçeyeke şûnwarî ku vedigere serdema Bizans dît.

Mûdîriyeta Şûnwaran a kantona Efrînê di çarçoveya xebata xwe de, li girê Dîbe yê gundê Astaro yê navçeya Mabata hin parçeyên şûnwarî ku vedigere serdema Bîzans dît.

Parçeyên ku hatin dîtin; morîk, çirayên bi zeytê, parçeyên ji bronz 6 sembolên xaçperestan, pere, du gustîlk, 3 guhar û 3 gerdenî.

Li gorî pisorên şûnwaran, ev parçe vedigerin sedsala 4‘an serdema Bîzans.

Dîrok

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.