Artêşa Sûrî bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên artêşê û yên hevalbendên wê bajarokê Ebu Kemal ji DIŞIê rizgar kirine.
Artêşa Sûrî da zanîn ku ew niha li xalên mayîn yên bin kontrola DIŞIê şer dike û hindik maye ku ew rêxistina tundrê bi temamî ji Sûriyê were paqij kirin.
Artêşa Sûrî di demên dawî de bi piştgiriya Hîzbulaha Libnanî û mîlîtanên din yên Şîe û desteka Rûsya û Îranê gelek herêman ji bin kontrola DIŞIê derxistiye.
Ebu Kamal li ser Çemê Firatê ye û li parêzgeha Dêrezor ya hevsînora Îraqê ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin