Mesrûr Barzanî: Lazime Bexda diyaloga bêmerc li ser esasê destûrê qebûl bike

Mesrûr Barzanî dibêje: Tevgerên leşkerî yên Îranê bê encamin
کوردستان TV
100%

 

Mesrûr Barzanî û nunerê taybetî yê Norwêcê civiyan.

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel nunerê taybetî yê Norwêcê yê bo karûbarên Rojhilata Navîn Kinot len û şandeke balyozxaneya Norwêcê ya li Bexdayê civiya û di civînê de Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku bertekên Bexdayê yên li hember referanduma serxwebûna Kurdistanê bertekên nedestûrîne.

Di berdewamiya civîna han de Mesrûr Barzanî û Kinto Len behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Norwêcê û herwiha pêşhatên dawî yên li deverê bi giştî û bi taybetî jîyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kirin.

Di beşeke din ya civîna han de şanda Norwêcî piştgîriya xwe bo diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê li ser esasê cîhbicîh kiirna destûra bingehîn diyar kir û hêviya vê yekê jî xwest ku bilez dawî bi nakokî û aloziyên heyî were û her du alî xwe bo qonaxa piştî DIŞIê û awedan kirina welat amade bikin.

Di berdewamiya civînê de Mesrûr Barzanî tekez li ser helwesta Kurdistanê bo diyalog û danûstandinan kir û anî ziman ku bertekên Bexdayê yên li hember referanduma serxwebûna Kurdistanê bertekên nedestûrî ne û niyetxirabiya hin alî li Bexdayê ya li hember pergala destûrî û pergala siyasî ya niha a Îraqê îsbat dike.

Mesrûr Barzanî got: Ti encameke rêbazên leşkerî li hember Kurdistanê nabe beruvajî rewşa heyî aloztir dikin, jiber vê çendê lazime Bexda danûstandinên bêyî merc li ser esasê destûra bingehîn qebûl bike û tevahiya xalên destûrê jî cîhbicîh bike nabe Bexda tenê çend xalên ku şîrove kirina taybet bo xizmet kirina armancên aliyekî tên bikaranîn, cîhbicîh bike.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.