Sigmar Gabriel daxwaz dike Almanya li ser hevkarî kirina pêşmerge berdewam be

Almanya dixwaze hevkariyên xwe bidomîne
کوردستان TV
100%

 

Wezîrê Almanyayê ji bo perwerdekirina Pêşmergeyan li Parlementoyê axivî.

Wezîrê Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel diyar kir ku vekişandina hêzên me ji Iraqê dê nîşaneke şaş bidin û dê xetera şerê navxweyî zêdetir bike.

Gabriel li parlementoyê di derbarê mijarê de axivî û xwest ku dema peywira perwerdekirina Hêzên Pêşmerge dirêj bike û bangî beşdarên muhtemel ên hikûmetê nexasim endamên Partiya Kesan ku li dijî dirêjkirina dema peywirê dernekevin".

Wezîrê alman wiha dewam kir: "Her ku xebata komên navdewletî li wir zêde bibe her ku ihtimala şerekî nû kêm dibe. Vekişîn dê nîşaneke şaş be ji bo aliyên nakokiyan wek ku em qebûl bikin, xetera şerekî navxweyî heye."

Nêzîkî 130 şêwermend û fermandeyên Almanyayê li çarçoveya hevpeymaniya navdewletî kar dikin, piraniya wan li Herêma Kurdistanê perwerdeya Hêzên Pêşmerge dikin, hevdem navedeke perwerdekirinê jî bi navê navenda hevahengî û rahênana Herêma Kurdistanê daniye.

Almanyayê berî demekê programa xwe ya perwerdekirina Hêzên Pêşmerge rawestandibû û sedema wê jî wek "zêdebûn aloziya navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê" destnîşan kiribû.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.