Serok Barzanî: Biryarên Iraqê ji aliyê Îranê ve tên dayin

Serok Barzanî dibêje Îran operasiyona Kerkûkê organîze kiriye
کوردستان TV
100%

 

Serok Barzanî çend rastiyên Îraqê eşkere dike.

Serokê Barzanî di hevpeyvîna xwe ya li gel kovara amerîkî Newsweekê de radighîne ku, operasyona destserkirina Kerkûkê bi pêşengiya Îranê û bi agahdarbûna berpirsên Brîtanya û Amerîkayê pêkhatiye.

Serok Barzanî diyar kir ku heta derfet hebe dê kurd xwe ji rûbirûbûnên leşkerî yên bi artêşa Iraqê re dûr bigrin û got; "Tu hewldaneke nikare nasnameya navçeyên Kurdistanî yên derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê biguherîne.

Serok Barzanî bal kêşa ser aloziya di navbera Hewlêr û Bexdayê û got, Amerîka û civaka navdewletî dikarin pêşiya pevçûnan bigrin. Lê heke şer destpê bike jî diyare ji aliyê wan re destûra şer dane.

Herwiha Serok Barzanî aşkere kir ku biryara rferandûmê ne biryareke nû ye û ev biryar di nîvê sala 2014an de bi destên hemû partiyên siyasî yên Kurdistanê û Paralamentoya Kurdistanê hatiye wergirtin. Lê belê ji ber şerê DIŞIê yê wê demê referandûm hatiye paşxistin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.