Serokatiya Parlamentoyê û serokên fraksyonan gihîştin rêkeftinê

fraksyonên nava parlamentoyê derbarê karê dahatî û civînên gera nû de civiyan
کوردستان TV
100%

 

Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û serokên fraksyonên nava parlamentoyê derbarê karê dahatî û civînên gera nû ya yasayî ya parlamentoyê de gihîştine rêkevtineke 8 xalî.

Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û serokên fraksyonên nava parlamentoyê îro Çarşemî 8ê Mijdara 2017ê ji bo çawaniya destpêkirina gera nû ya yasayî û bername û acenda ya parlamentoya Kurdistanê bi hev re civiyan.

Piştî civînê daxuyaniyeke nivîskî hat weşandin ku têde tê gotin, Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û serokên fraksyonên nava parlamentoyê di civîna îro de gihîştine rêkevtineke 8 xalî.

Li gorî daxuyaniyê, “civîna îro demijimêr 11ê berî nîvro hat encamdan, piştî ku gera nû ya yasaî di roja 06-11-2017 de hat ragihandin û bi armanca amadekirin û pêşkêşkirina karê dahatî yê parlamentoyê û civînên parlamentoyê û ew yasa û biryarên ku pêwîst in parlamentoya Kurdistanê wan pesend bike, bi taybet ew mijarên ku têkildarî rewşa xelkê û Heêrma Kurdistanê û rola dezgehên destûrî yên Herêmê ne.”

Di daxuyaniyê de herwiha hatiye gotin, ku aliyên beşdar di civînê de li ser 8 xalan rêkevtin kirine û wan xalan wiha rêz dike:  Ji bo çareserkirina arîşe û giriftan û nehêlana astengiyan û hewlên aliyên siyasî bo tifaqa civakî û siyasî, em bi giring dizanin ku yekrêzî û yekgotarî li navxweyê Herêma Kurdistanê û Iraqê û herêmê were berdestkirin, di vê qonaxê de ku milletê me tê re derbas dibe, em daxwaz dikin bo vê armancê lez bihê kirin.”

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.