Çekdarên artêşa azad ya Sûriyayê li Rojavayê Efrînê tên bicîhkirin

çekdarên cîhadî li Rojavayê Efrînê tên bicîhkirin
کوردستان TV
100%

 

Hijmareke zêde çekdarên artêşa azad ya Sûriyayê çûne Rojavayê Efrînê.

Li gorî peymana ku bi muxalîfên li Idlîbê re hatiye kirin, hêzeke Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ku ji hezar û 500 kesî pêk tê, ji Tirkiyeyê ku ev du hefteyên tên rawestandin derbasî bajarê Azezê ya Sûriyeyê bûn.

Li gorî nûçeya nûçegihanê rojnameya Kararê, hêzên girêdayî Artêşa Azad a Sûriyê (ASA), li gorî peymana ku bi muxalifan re hatiye kirin nikaribûn derbasî nava Idlîbê bibûna û li Tirkiyê radiwestiyan. Hat ragihandin ku hejmara hêzên ASAyê ku nehat zelalkirin bê li kû derê disekinin û tê texmînkirin ku hejmara wan li dorî hezar û 500 kesî ne.

Hat diyarkirin ku hêzên bi ser ASAyê ve dema şertên guncawa pêkhatin dê derbasî Sûriyê bibin û beşdarî operasyona li dijî Efrînê bibin.

 Çavderên ji Tugaya Sultan Murad ragihandin ku hêza ji 1500 kesî pêk tê ku ev 2 hefteyên li Tirkiyê rawestiya bûn, derbasî herêma Mertala Firatê ya li Sûriyê bûne.

 Hêzên ASAyê li herêma Azez ya li rojavayê Efrînê disekinin û di operasyoneke ku li dijî Efrînê destpê bike dê ji cihê ku lê ne beşdarî operasyonê bibin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.