PDK: Iraqê beriya referandumê xwe amade kiribû êrişî Kurdistanê bike

Îro mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê civiya.
کوردستان TV
100%

Îro bi Serokatiya Serok Barzanî mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê civiya û piştî civînê jî perdevkê PDKê Mehmûd Mihemed di presskonferansekî de hin zaniyarî derbarê naveroka civînê de pêşkêşî raya giştî kir.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ragihand, rewşa niha ya Herêma Kurdistanê ji hikûmeteke demkî yan her hikûmeteke din re amade nîne ji ber wê jî divê hemû aliyek piştevaniya hikûmeta niha bike.

Mehmûd Mihemed got, êriş û pilanên hikûmeta Iraqê li dijî Kurdistanê nîşan didin ku ew êriş û pilan beriya referandomê hatibûn amadekirin ne piştî referandomê.

Li ser hewlên Gorran û Komela Îslamî bo pêkanîna hikûmeteka demkî jî Mehmûd Mihemed got, şert û rewşa niha ya Kurdistanê ji tiştekî wisa re amade nîne loma pêwîst hemû aliyek piştevaniya hikûmeta niha bike.

Li ser civîna PDK û YNKê jî berdevkê YNKê got, em niha nizanim emê bi kî re hevdîtin bikin ji ber ku hîn nayê zanîn kî muxatebê me ye.

Wî rayedarê PDKê bang li gelê Kurdistanê kir li hember êriş û pilanên ku li dijî Kurdistanê tên kirin û danîn, li ber xwe bidin û got, me di civînê de behsa mûçe jî kir. Ji hikûmet hat xwastin ku çareyekê bibîne bo paşerojê.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.