Asayîşê serkirdeyekî PDK-S binçav kir

îro Sêşemê asayîşa PYD endamê komîta Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Ebdilrehman Qasim li Dêrikê binçav kirin.
کوردستان TV
100%

li gor çavkaniyên navxweyî li bajarê Dêrikê hêzên Entîterorê yên ser bi PYD ve îro demijêr 11:00 endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê  Ebdilrehman Qasim li pêş dibistana Mamon binçav kirin.

Ev yek di demekê de ye, biryar bû îro kongira Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Qamişlo bihata girêdan, lê ji aliyê Asayişa Rojava ve hate qedexekirin.

Endam û serkirdeyên ENKSê nerazîbûna xwe ji van kiryaran nîşan dan û diyar kirin ku ev kiryar projeya netewî ya Kurdî û ENKSê ji xwe re armanc digre.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.