Li Wanê serpelek hat kuştin

Li Wanê serpelê birîndar Wekîlê Fermandarê Liqaya Komandoya Asayişê
کوردستان TV
100%


Li Wanê serpelê birîndar Wekîlê Fermandarê Liqaya Komandoya Asayişê ya Navçeya Çaldêranê Mehmet Sakalli mir ku şer di navbera PKKiyan û leşkeran de şer derketibû û birîndar bûbû.

Li navçeya Çaldêranê ya Wanê di dema operasyona leşkerî ya li hemberî PKKiyan de pevçûn derket. Di encama pevçûnê de Wekîlê Fermandarê Liqaya Komandoya Asayişê ya Navçeya Çaldêranê Mehmet Sakalli birîndar bû. Sakalli paşê mir.

Walîtiya Wanê aşkere kir ku li herêma Harebekordonê ya navçeya Çaldêranê duh saet 19.00ê di dema operasyona ku ji hêla Fermandariya Cendermeyan a Bajêr de pevçûn derketiye. Sakalli di wê operasyonê de birîndar bûye û li nexweşxaneyê miriye. Walîtiyê diyar kir ku operasyon berdewam dike.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.