Nêçîrvan Barzanî: Em ji bo diyalogeke cidî amade ne

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NYyê li Iraqê Jan Kubisî û heyeta li gel wî re kir.
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja 07.11.2017ê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Jan Kubisî û şandeya taybet a Neteweyên Yekbûyî ji bo karûbarên Iraqê kir û di civînê de her du aliyan teqezî li ser destpêkirina danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê kir.

Herwiha li gorî daxuniya malpera Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, "rewş û pêşhateyên herêmî, Iraq û Herêma Kurdistanê di civînê de hatin nirxandin û her du aliyan tekîd kir ku pêwîst e hemû alî alozî û pevçûnên li vê dawiyê li deverên nakokîdar dirust bûne, bi dawî bînin û li şûna wê diyaloga cidî di navbera Hewlêr û Bexdayê ji bona çareserkirina tev pirsgirêkan dest pê bike û rola civaka navdewletî ji bona amadekirina zemîneyê destpêkirina diyalogê bi pêwîstî hat zanîn.

Serokwezê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civînê de teqez kiriye ku baştirîn çareserî ji bo kêşeyan diyalog e û gotiye ku Herêma Kurdistanê amade ye ji bo diyalogê.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.