PYDê rê neda ENKS kongreya xwe bicivîne

Hêzên asayîşê rê nedan endamên ENKSê derbasî nava hola kongreyê bibin.
کوردستان TV
100%

Endamê Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Ebdilsemed Xelef Biro derbarê rêgirtina girêdana kongireya çaremîn ya ENKSê ji aliyê PYDê ve, ragihand, “PYD bi van kiriyaran nikare li pêş pirojeya netewî ya Kurdî raweste.”


Îro biryar bû kongireya çaremîn ya ENKSê li bajarê Qamişlo bihata girêdan, lê hejmarek ji grûpa Ciwanên Şoreşger ku ji aliyê hêzên asayişa PYDê ve dihatin parastin, rê li ber endamanên ENKSê girtin ku derbasî hola girêdana Kongirê bibin û siloganên li dijî ENKSê avêtin.


Ebdilsemed Xelef Biro diyar kir ku îro biryar bû kongireya ENKSê bihata girêdan, lê PYDê asayişa xwe şand da ku kongirê têk bidin, em jî dibînin ku ev ne tenê dijayetiya ENKSê tenê, ev dijayetiya piroja netewî ya Kurdî ye.”


Wî rayedarê YNKê her wiha got: ENKSê dê bi awayekî bihêz karê xwe bike, ji ber ku ev pirojeya netewî ya Kurdî, rêjîmên Sûriyê bi dirêjahiya dehan salan nikarî rawestîne, loma PYD jî nikare wê rawestîne.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.