Sedir çekdarên xwe ji Kerkûkê der dixe

Muqteda Sedir daxwaz ji çekdarên xwe kir bile ji Kerkûkê derkevin.
کوردستان TV
100%

Serokê Tevgera Sedirê Muqteda Sedir îro sêşemê xwest ku yekîneyên Eselamê biryargehên xwe yên li Kerkûkê bigirin û di nava 72 saetan de ji Parêzgehê vekişin.

Sedirî di daxuyaniya xwe de wiha got: Divê hemû mucahidên di nava Yekîneyên Selamê li Parêzgeha Kerkûkê nemînin û divê biryaregehên xwe di cih de û di nava 72 saetan de bigirin.
Herwiha Serokê Tevegra Sedirê teqez kir ku divê karûbarên wê parêzgehê û hemû parêzgehan di destê hêzên ewlehiyê de bin.

Serayên an Yekîneyên Selamê rêxistineke şîî çekdar e, girêdayî Tevgera Sedrê ye ya ku serokê wê Muqteda Esedr Pêşnegiya wê dike.

Ev rêxistin piştî ku DIŞIê parêzgehên Nînewa, Samera û hinek herêmên din ên Iraqê kontrol kirin hat damezirandin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.