Serok Barzanî: Ez ji referandum û encamên vê ne poşmanim

Serok Barzanî dibêje ez bi ti awayî nepoşmanim
کوردستان TV
100%

 

Serok Barzanî di hevpeyvînekî de li gel Radiyoya NPR ya Amerîkayî yaku biryare îro were weşandin derbarê lidar xistina referandum û encamên referandumê de diyar kiriye ku ne ji lidar xistina referandum û ne jî ji encamên referandumê nepoşmane.

Serok Barzanî herwiha diyar kiriye ku em li benda vê yekê bûn ku deriyên sînor li ser me werin daxistin lêbelê em li benda vê yekê nebûn ku Îraq artêşa xwe bixe tevgerê û şerê me bike.

Derbarê têkiliyên navbera Kurdistan, Rûsiya û Amerîkayê piştî referandumê jî Serok Barzanî diyar kir ku emê wenêrînê bo têkiliyên xwe yên li gel Amerîkayê bikin jiber ku Amerîka li dijî Kurdistanê piştgîriya Îraqê kir û helwesta Rûsyayê ya derbarê referandumê jî helwesteke baş bû.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.